

Mûsik
Lê lê yarê yarê lê yarê
Rû ji kulîlka hinarê
Min bêriya te kirye
Cerg û hinav hat xwarê
Yarê Yaaaarê
Were li cem min rûne
Kul û derdan bi hûne
Bawer bike lê yarê
Ji xeynî te min kes nîne
Yarê Yaaaarê
Hêr kenînek ji lêvên te
Hêvî dide jîna min
Her awirek cavên te
Ronî dike sevêt min
Yarê Yaaaarê
Hêviya min ji vê jîne
Dil mirazan bi bînê
Ez û te em bi gihên hev
Sênkin warê evinê
Yarê Yaaaarê
Gotin û mûzik: Peywan Arjin